
Malan bar kir lê lê çûne waran lê
Dînê lê dînê lê dînara min
Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
Ez sêwî me lo lo ber desta me lo
Delalo delalo delalê min
Birîndar im lo lo bê xwedî me lo
Hewalo hewalo hewalê min
Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê
Dînê lê dînê lê dînara min
Dilêm êşiya lê lê agir pê ket lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
Malan bar kir lê lê çûne waran lê
Dînê lê dînê lê dînara min