
Erê dile zelîl bî gyane zelîlit kirdim
Erê dile zelîl bî cwanê zelîlit kirdim
Erê muhtac be derkî dîdem bêwefat kirdim
Hatewe ba bêtewe yar le sefer hatewe
Bilên be yarî ’ezîz rebî bexêrêtewe
Bilên be yarî ’ezîz yarebî bexêrêtewe
Erê rûpoş helêne dîdem bînim cemînit
Erê leser kam dînî cwanê bême ser dînit
Erê leser kam dînî dîdem bême ser dînit
Hatewe ba bêtewe le gulçinîn hatewe
Be şilumil radebird çepkê gul be destewe
Erê be şanêmda hat dîdem belay nagehan
Erê çîy dîket dewê cwanê le minî bestezman
Erê çîy dîket dewê dîdem le minî bestezman
Hatewe ba bêtewe yar le sefer hatewe
Bilên be yarî ’ezîz yarebî bexêrêtewe
Erê hekîmêk bênin cwanê des le dilim nê
Erê hekîmêk bênin dîdem des le dilim nê
Erê yan çakim bika cwanê yan le gilim nê
Erê yan çakim bika dîdem yan le gilim nê
Hatewe ba bêtewe le gulçinîn hatewe
Be şilumil radebird çepkê gul be destewe
Erê salehay sale gyane xemim refîqe
Erê salehay sale dîdem xemim refîqe
Erê şadî bêmeyle dîdem dê be deqîqe
Erê şadî bêmeyle cwanê dê be deqîqe
Hatewe ba bêtewe yar le sefer hatewe
Bilên be yarî ’ezîz yarebî bexêrêtewe