
Ew qur’ane bitgirê boxot lêkit kirdewe
Sê car destit pêda da bo mizgewtit birdewe
Keyfim leser dekey cwan be desmalî derdewe*
Keyfim leser dekey to be desmalî sertewe
Emnîş ba bimirim cwanê be dem dax û derdewe
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewê û fêrî tawle û hobe bê
Ba leser dû çawî cwanit ê’damim bo sadir bî
Ey wey wey...
Dermanî hew derdanî birîncî reşt û gêlanî
Karxaney hemedanî sertopî kurdistanî
Ew derdey emin dekujê jinî guley mêrdanî
Çawî westakey kwêr bê solan deguşê panyanî
’aşiqî qed û balat bûm boç be derdim nazanî
Oxey oxey bot mirdim sertopî kurdistanî
De were awêzanit bim le şewrawê dezanî
Çarokesûr tobe bê û kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawle û hobe bê
Ba leser dû çawî cwanit ê’damim bo sadir bî
Ba leser balay berzî to ê’damim bo sadir bê
Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Min ser keme ser ranit pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye û ramjêne bilê mindale
Ger bû yekcar çeqey kird bimşêle û bilê bêhale
’irûsim cûm ermenîm dasnîm yan mesîhîm
Hîndîm yane gawrim dey dînim bo to betale
Kolwanesûr tobe bê çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawle û hobe bê
Ba leser dû çawî cwanit ê’damim bo sadir bî
Leser balay berzî to ê’damim bo sadir bê
Dek malê babim ayşê nalçey kewşî dedrewşê
Awî gulan dedêrê mandû buwe destî dêşê
Piştêndekey kirawe loyekî le dûy dexşê
Beyn û beynella cwane û legel rojê dedrewşê
Çarokesûr tobe bê û kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawle û hobe bê
Leser bejnê barîkit ê’damim bo sadir bî
De biro le min heram bî her wek şerab le şêxan
Hîç qewlî rastit nîye xeyrî diro û tefredan
Eger qewlim dedeyey berastî were kewan
Dena bew ne’lete bî ke xuda kirdî le şeytan
Ruhmî xudat le dil nîye kafrî bê dîn û îman
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Ba leser balay berzî to ê’damim bo sadir bê
Min ew kîjem xoş ewê fêrî tawle û hobe bê
Min ew yarem xoş dewê fêrî tawle û hobe bê