Şadî Xulamî

To Çawit Neyşê

Bi dengê: Şadî Xulamî
Diyalekt: Soranî
120
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe

Xuda nekerde dîyew bika êş
Dîyey min le cyay dîyew bida nêş
Çawî to çawî ’eşq û dildarî
Çawî min çawgey giryan û zarî
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe

Kalê bo xatir ’ewalan le ko
Hergîz neybînim daxî dîdey to
Her derdê bo to dête xwarewe
Eykêşim be gyan be sed barewe
Çawî to neyşê qîbley dilane
Ba çaw min bêşê dayme giryane
To çawit neyşê ’alî û be keyfe
Ba çaw min bêşê kes nayjê heyfe