Raperîn

yar tu dermanê min î

Bi dengê: Raperîn
Diyalekt: Kurmancî
84
Min dikuje çavê te
Çiqas xweşe navê te
Dilê min ji te hez kirî
Lê kevirî dilê te
Yar tu dermanê min î
Roniya çavê min î
Xewn û xeyala min î
Sebeba emrê min î

Ji derdê te har û dînim
Çavê xwe li te digerînim
Li vê bajarê Mêrdînê
Ez yarê xwe nabînim
Yar tu dermanê min î
Roniya çavê min î
Xewn û xeyala min î
Sebeba emrê min î