Şivan Perwer Gulistan Perwer

bejna zirav

Bi dengê: Şivan Perwer û Gulistan Perwer
Diyalekt: Kurmancî
84
Tu gula li gundê we ye
yek wek te lê tune ye
ji bo te ez ji dûr hatim
dilê min di te de heye


kuro dîno de here
li dora min negere
xortê gundê me pir in
keçê me tune ji te re


narim, narim, narim
li vî gundî diyar im
li ser te evîndar im
çûna bê te ez nikarim


bejna zirav bejna te
çavê xezala li ser te
dilêm bû perçe perçe
ma ew ne bes e ji bo te
dilêm kir perçe perçe
ma ew ne bes e ji bo te


kuro lawo tu dîn î
ma van awiran tu nabînî
fesad û nerind pir in
hêsan nîne evînî

narim, narim, narim
li vî gundî diyar im
li ser te evîndar im
çûna bê te ez nikarim
narim, narim, narim
li vî gundî diyar im
li ser te evîndar im
çûna bê te nikarim


şeva di nîvê şevê da
di berf û di bahozê da
gilî û gazînê xwe dikim
ketim mala bavê da


milê xwe bide vî milî
te agir berda vî dilî
em derkevin ji vî warî
da xelasbin ji vî halî