Erî lîwid rengîne nazenîn çü perey gule
Wela qisekirdind ezîzim wîney bulbule
Erî xawe zulfand ezîzim aramê gyanim
Wela çew ebrû mişkî ezîzim derdid le gyanim
Kolence kolence kolence gyan kolencegey bawanim
Erî nexweş nekefî nazenîn bînay çawanim
Xwem dûr û xwed dûr ey yar we dûrîd qesem
Her wexte biçûd ey yar agir we cesem
Ey bîwefa ey bîwefa kemtir bike cewr û cefa
Amanew leylî çaw ebrû mişkî aman era bîmeylî
Erî bew ta bikerîm nazenîn aştîman le nû
Wela min darî narinc ezîzim to darî lîmû
Erî eger naweged nazenîn feramûşim bû
Wela sifîdî kefen ezîzim balapûşim bû
Kolence kolence kolence gyan kolencegey bawanim
Erî nexweş nekefî nazenîn bînay çawanim
To qesem xwardî gyana min bîwefa nîm
Bîwefayyeged nazar we çawê xwem dîm
Ey bîwefa ey bîwefa kemtir bike cewr û cefa
Amanew leylî çaw ebrû mişkî aman era bîmeylî