Mîkaîl Mehabadî

Leberçî Şêtit Kirdim

Bi dengê: Mîkaîl Mehabadî
Diyalekt: Soranî
54
Leber çî şêtit kirdim dilit be talan birdim
Leber çî şêtit kirdim ’ezîzim dilit be talan birdim ’ezîzim

Ahî derûnim dîsan helsawe xem ebarênê bemla û bewlawe
Dîsan rengekem zerd helgerawe dilim wek agir wa dagîrsawe
Asoy dildarîm be tem gîrawe
xende û dildarîm û firmêskî çawe her boye kiz bûm hêzim birawe
Leber çî şêtit kirdim dilit be talan birdim

Melî dildarîm laney rûxawe bê hawderd mawim şwênim nemawe
Rû le kwê ekem elên bewlawe nazanim çibkem bendim lem dawe
Derçûnim nîye ta temen mawe
Wişey ser zarim her toy yarekem xunçey cwanî naw gulzarekem
Leber çî şêtit kirdim dilit be talan birdim

Şerit bê dilit rabgirim heta ew rojey demirim
Gulî awatim sîs û jakawe şemî dildarîm tînî nemawe

Nexoş û mestî dû çawî kalim heqim be deste eger binalim
Be xemzey çawit be xendey zarit birdyan be xaret xew û xeyalim
Dûr le zulfî to kafir be halim
Min man û mergim razîbûnte soz û awazim hat û çûnte
Leber çî şêtit kirdim dilit be talan birdim