Şivan Perwer

Lê Dotmam

Bi dengê: Şivan Perwer
Album: Çentis Du Kurdistan
Diyalekt: Kurmancî
27
Agahdar bûm li ser êvîna dil
Hey wax gul bû evîndara bulbul
xeberdar bûm li ser evîna dil
Hey wax gul bû evîndara bulbul
Bulbul xema qet nakşîne ji gul
Lê dotmam Lê dotmam em rûreş in
Lê dotmam Lê dotmam belengaz in
Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê
Delalê û evîndara pismamê
Zerîyê û evîndara pismamê

Dotmam dayika me tev nîştiman e
Diqîrî, digazî li ber destan ne
Dotmam dayika me tev Kurdistan e
Diqîrî, digazî li ber destan e
Wê çawa bê sebra me Kurdan e
Lê dotmam Lê dotmam em rûreş in
Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zerîyê evîndara pismamê

Dotmam tu pir şîrînî li ba Şivan
Lê nîştiman nadim bi hezar yaran
Dotmam tu pir şîrînî li ba Şivan
Lê Kurdistan nadim bi hezar dilan
Bo azadî dil û canêm qurban
Bo rizgarî divêm axa goran
Lê dotmam Lê dotmam em rûreş in
Lê dotmam Lê dotmam Lê dotmamê
Delalê û evîndara pismamê
Zerîyê û evîndara pismamê