Aram Dîkran

Bilbilo

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
281
Bilbilo
Hey lê, lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîşano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hesreta hêlîna keviro

Bilbilê reben guneye na lîlîne
De xema şaşole, ji xwe re xweş dixuîne
De derdê bilibil ne qefesa zêrîne
Meqsedê wetenê xwe bibîne
Hey lê, lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîşano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hasreta hêlîna keviro

Hey lê le wayê gidî bilibilo ax û ax
Tu çima mayî wisa bê dar û şax
Rebenî guneyî tu sêwîyî
Stara te tune tu bê ciyî
Hey lê, lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîşano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hesreta hêlîna keviro

Fikira ez birim çiyayê me
Dîtina warga mala me
Warê bav û kalê me
Wê çewa be halê me

Mi dî bêriya pezê me
Tendûra bin hewşa me
Dewsa çît û perdê me
Navnîşanê mala me
Fikira ez birim çiyayê me
Dîtina warga mala me
Warê bav û kalê me
Wê çewa be halê me

Konê me çi mezin bû
Pêncî stûnî çar rêz bû
Li ser rêya dirba bû
Bûy bê mala star bû
Fikira ez birim çiyayê me
Dîtina warga mala me
Warê bav û kalê me
Wê çewa be halê me