Şivan Perwer

ala rengîn

Bi dengê: Şivan Perwer
Diyalekt: Kurmancî
27
Ala rengîn pîroz û xweş
te hildidim diçim bi meş
tu ser milên xortên ciwan
di nav te da ye roja geş
ala sê reng î tu
bi nav û deng î tu
nişana ceng î tu,
ey xortê kurdan silavê li bikin
ala sê reng î tu
bi nav û deng î tu
nişana ceng î tu
ey keça kurdan silavê li bikin

îro me tu kirye himbêz
rojek wê bê te bikin rêz
li ser xana li eywana
roja şadî tu bi xeml û xêz
tu li ser xana li eywana
roja şadî tu bi xeml û xêz

kesk û sor û zer î, sipi û gewherî
nişana zafer î,
ey xortê kurdan silavê li bikin,
kesk û sor û zer î, sipi û gewherî
nişana zafer î
ey keçê kurdan silavê li bikin

te bi zîv û zêr tevde kildim
roja cengê ez te hildim
ger ez bimrim, ger ez rabim
Cegerxwîn im serbilind im
ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î
nişana mizgîn î
ey xortê kurdan silavê li bikin
ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î
nişana mizgîn î
ey keçê kurdan silavê li bikin
gotin: Cegerxwîn