Husên Şerîfî

Ezîzim Aşoftehalim Le Qemid

Bi dengê: Husên Şerîfî
Diyalekt: Kelhurî
36
Ezîzim aşoftehalim le qemd
Çe bikem eger nenalim le qemd

Dilim perwaney dewrê balade
Rohim kîşkiçî xalê alade
Ezîzim aşoftehalim le qemd
Çe bikem eger nenalim le qemd

Giryanim nalanim çü bergê xezanim
We halim nyezanî
Mecnûnê weylanim we ’işqid perîşanim
To leylay dewranî
Bnüsn we ban sengî mezarim
Şehîdê ’işqim meken azarim
Ezîzim aşoftehalim le qemd
Çe bikem eger nenalim le qemd

Ezîzim aşoftehalim le qemd
Çe bikem eger nenalim le qemd
Ta key naley dil çun naley ney bû
Rengê ruxsarim çun zerdebey bû
Ezîzim aşoftehalim le qemd
Çe bikem eger nenalim le qemd


Giryanim nalanim çü bergê xezanim
We halim nyezanî
Mecnûnê weylanim we ’işqid perîşanim
To leylay dewranî
Qesem we neş’ey mey we îwaran
Şertim her menye wek carê caran
Ezîzim aşoftehalim le qemd
Çe bikem eger nenalim le qemd