Şefeq hewrî serd û tarîkî
Leser roj lada be yekcarî
Şew aram aram xoy espêrê
Be subhêkî pir le rûnakî
Le nêw guldanê bilûrînda
Gul û şewnim çend timaşayîn
Le nêw camêkî pir esrînda
Dû masîy sûr mehwî dildarîn
Awela ke pencerey ’eşqid
Bide gwê ba bot bilê bulbul
Çi sirwey xoşî le dildaye
Be dengî gyan soz û hawarî
Timaşay nîlûferê pir gul
Çiraxanîy kirduwe dîwar
Le layêk sewz û le layêk şîn
serajêre ser le ta be xwar
Le nêw guldanê bilûrînda
Gul û şewnim çend timaşayîn