Yedula Rehmanî

Merzye Ey Nazenîn 2

Bi dengê: Yedula Rehmanî
Diyalekt: Kelhurî
64
Çexmaxey agir dilim er bikefî le çya
Siznê dar û dirext takû masî le derya

Merzye ey nazenîn ey çawxomarim
Sewze gyan we düryda yese bîmarim

Merzîyey ah û xyal kewkê kuwanî
Xweş eda şîrîn zwan xuda bizanî

Er bikey feramûşim nîyekem helald
Agir çûd le bawan û kûrpe û minald

Merzye meylî we min hatew we xeyr bay
Ser û mal û zindegîm bûdin we qezay

Hatîyewe we xeyr baydew ey gulê wehar
Hatîye we xeyr baydew taze bî dîdar
Şukiranem we yezdan û we baweyadgar

Bîme we dewrîşê heq her kîşim hû hû
Penam we me’way berizd ya şay dalehû