Nîzamedîn Arîç

Zînê

Bi dengê: Nîzamedîn Arîç
Diyalekt: Kurmancî
211
Amed li ser diclê de giriya bi herdu çavane
got li minê çi şermekî mezin e giran e
li başûrê welêt xelkê me bûye perîşan e
digerine li warekî bolî dibin mêvane
feleka xayinî çi şermekî mezin e giran e
mêvan rast kirine çadir û konane
li şûna biran serdest bûye mazûban e
li dorhêlan leşkerin li tiving û singuyane

li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê
li min li min li min

dereng e dereng e ro razaye nivê şevê ye
ji binê konekî qirîna Zînê têye
Zîna neh salî salîn, ji birînan xew nêye
dayik bang kir Zînê ciwanê, ez bi gorî
te kezeba min kewand, keçê lorî lorî lorî
Zinê got lê dayê Zîn bi heyranê
qîrîn şerm e dizanim
lê birînên min xeddar in
agirê û janê bedena min rebena xwedê helandin

li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê
li min li min li min

Li dora çadirê civiyabû komeke jin û peyane
Merovên serbilind stûxar li vir dimane
Qîrîna Zînê agir berdabû cîgera wane
Ne mabû xewa çavan ne şahîya dilane
Pîrekê bang kir xwedê jînê li hovan bike qetrane
Zarokên me kirine mirî û birîndarên bombane
Warên bapîran li me kirine dojeh û zindane
Em ji welêt sirgûn bûne keçerên cîhane
Kalekî bang kir bûnê şîreta min bidine keç û xortane
li mi lo lo li mi lo lo li mi lo lo li mi lo lo li mi lo lo
li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê

bûnê şîreta min bidine keç û xortane
bes e xapandina salan bila êdî fêr bibin dersane
Biratiya bêbextan hemî pêkenîn û talan e
Li cîhanê kesek nabe havalên bindestane
Bona xatirê Zîna neh salîn ku nuha dike sikrane
Bona xatirê zerî û esmerên me Kurdane
ku îroj berên xwe dane çol û kerbelane
Bila hişyar bin di blia hoşyar bin têkevin rêçika serxwebûna Kurdane(Kurdistane)
li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê
li min li min li min

Berbang e berbanga rojeke îlona heyştê û heyştane
Cinazê Zîna çeleng radikine gorane
Şîna reş xwe berdaye ser konên muhacirane
Keçeke neh saliîn xwe gîhandiye refên cangorane
Erê Zînê jo bo xatirê gel û welatê xwe bûye qurbane
Dayika Zînê bang kir hûnê dawiyê bidine hesrane
Hûnê xwedî kin zarokên li ber şîrê dayane
Bila hilînin heyfa şehîdên Kurd û Kurdistane
li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê
li min li min li min
li mi lo lo li mi lo lo li mi lo lo li mi lo lo li mi lo lo
li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê li mi lê lê