Şehrîbana Kurdî

Kurdistan tu delal î

Bi dengê: Şehrîbana Kurdî
Diyalekt: Kurmancî
25
Kurdistan tu delal î
Bejina zirav şepal î
Ji partîzan re mal î
Bilbil li ser te dinalî

Kurd in xwediyê doza te
Dîlanê digirin li ser te
Bi hezaran şehîdên te
Xwîn rijandin ji bona te
Kurdistan tu delal î
Bejina zirav şepal î
Bilbil li ser te dinalî

Navê te pir şêrîn e
Serê neyar dêşîne
Ji destê mêrxasên te
Dijmin axîn dikişîne
Kurdistan tu delal î
Bejina zirav şepal î
Ji partîzan re mal î
Kurdistan tu delal î
Bejina zirav şepal î
Bilbil li ser te dinalî
honrawe: Seyîd Xan