Koma Azad

Digerim Nagerim

Bi dengê: Koma Azad
Diyalekt: Kurmancî
270
Min dipirsî ji tenê bûna stêrkê li esmana
Keskesora evsûnî xûşka rojê û barana
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal dinalim lo
Şev û roj li min tarî xewnan digerim lo

Min dipirsî ji dîroka bav û kalana kevnare
Ji ew dildarên ku evîna wan tev pîrozvane
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal dinalim lo
Şev û roj li min tarî xewnan digerim lo

Min dipirsî ji pêkerên me yên kevnare
Ew xêzên veşartîyê rê yê wan qe deng nade
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal dinalim lo
Şev û roj li min tarî xewnan digerim lo