Hozan Serhed

Hewlêr

Bi dengê: Hozan Serhed
Diyalekt: Kurmancî
314
Hewlêr lorîka dayikan
Hewlêr qêrîna zarokan
Hewlêr kilê çavên bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna Egîdan e Hewlêr

Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan
Di nav mirinê kir jiyan Hewlêr
Agirê dilê keçan
Di nav mirinê kir jiyan Hewlêr
Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Hêlîn û Salihan
Geş dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayî berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna Egîdan e Hewlêr