Şakiro

Kekê Xiyasedîn

Bi dengê: Şakiro
Diyalekt: Kurmancî
363
Heyla lê weylê
Weylê weylê
Weylê weylê
Le bira şewqa Kela Xenûşê
Lê nexista
Li Bîngolê ji xwe ra
Çiya bi çiya lo
Bira nera yê bimabareka yê
Qol Hesarê darê Mala Efendî
Mizgefta li camiya lê yê
Bi destê Kekê Xiyasedîn
Digirtin kelemçe dikirin dane
Peşiya cotê cendirmê singuliyan lo
Berê wî dane Enqerê horgofê
Nava hezar û pênsed mêrê di girtiyan
Lema keleka dînê îslamê ji xwe re walgeriya lo
Xoce Ilyas xocê cimûretê rûniştî li kemilya Enqerê
li serê wan pêla yê
Têl li ser têlê dida welatê Serhedê li ba Şêx Elî Riza
Digo mala te xira bibe
tu yê kilîta lêxe li derê hurcan û camiyan û medresan yê
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn dersê mede van feqiyan
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn
qanûna me bû qanûna Nigaro û diwalê ecnebiyan yê
Le bira
Tu gula şêxan î bira
Biçukê biran î bira
Xûliyê di sewqan î bira
Welatê xerîbiyê derdê pûç bê dermanî bira
Heya dinya xweş ava be
keder û meraqa me hemiyan î bira
Welatê xerîb û xerîbistanê tu sêr bike
Çima derdê pûç î bederman î lo
Heyla lê weylê
Weylê weylê
Weylê weylê
Le bira yê şewqa Kela Xenûşê çiya li çiya nexînê
Sura Enqerê tê bi qumînê bîna bayê xêmûr pê dê
Xeberê mi ra tînê lo
Bi destê Kekê Xiyasedînê digirtin kelemîe
dikirin dane pêşiya cotê cendirmê singû lêlê
berê wî dane Enqerê horgofê
nava hezar û pênsed mêrê dimefîne lo
feleka malê xirab nema keleka
dînê îslamê wedigerînê
Xocê Ilyas xocê cimûretê rûniştî
Li Enqera birengînê
Têl li ser têlê ji Şêx Elî Riza ra dişîne lo
Dibê rabin kilîta li derê hurcan û camiyan û
Medresan bixînin
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn qanûna me bû
Qanûna Nîgaro û diwalê ecnebiyan yê
Hele rabê em ê bi destê hevdu bigirin xwe
Berdin ber bajara Diyarbekir
Li ser tirba Şêx Şemsedînê
Belkî li ba xwedê da ricaçî be
Efûyan wan mefûyan derîne
Fezîle bûka sê mehan çavên wê
Li rê û tirban nemîne lê
Le bira
Tu gula şêxan î bira
Biçûkê biran î bira
Xûliyê di sewqan î bira
Hêsîr dîl e destê misto kemal
Qanûna tere giran î bira
Welatê xerîbêê derdekî pûç î bê derman î lolo bira
Hele bala xwe bidê heya dinya
Xweş ava be keder û keser û
Meraqa me hemûyan î lo
Lê hoyoyoy
Ev dengbêjî li ser şoreşa Şêx Seîdê Pîranê hatiye xwendin.