Zyad Es'ed

Pêy Bilên

Bi dengê: Zyad Es'ed
Diyalekt: Soranî
300
Pêy bilên tuxwa kesê rojê hezar car

Nawî toy leser lêwe be giryan û zar

Pêy bilên aşiqêkim şêt û sergerdan

Çawerême roj û şew le kuçe û kolan

Pêy bilên beserhatim kira be çîrok

Hemû xelk dezanin minim mal wêran

Pêy bilîn pêy bilîn

Hemû alem pêy bilên

Hemû dunya pêy bilên

Pêy bilên le her kûçe û dîwar û derwazey şar

Nawî ewe ke nûsrawe be xwênî minî hejar

Pêy bilên le her layek hewrê dekate baran

Ewe minim debarênim firmêskî azar û jan

Pêy bilên dildarêkim le şew tenya emênim

Be yadî ew hezar şêrî aşqane dexwênim

Pêy bilên rojê dadê demrim ser danêmewe

Be yadî ew be henasey germî ew dejyêmewe

Pêy bilîn pêy bilîn

Hemû alem pêy bilên

Hemû dunya pêy bilên

Pêy bilên ke le min aşiqtir kêye

Wekû min dêwane û şeydatir kêye

Eger ew welatey penay aşqane

Kê wek min kurdêkî bê mal û cêye

Pêy bilên tuxwa kesê rojê hezar car

Nawî toy leser lêwe be giryan û zar

Pêy bilên aşqêkim şêt û sergerdan

Çawerême roj û şew le kuçe û kolan

Pêy bilên beserhatim kira be çîrok

Hemû xelk dezanin minim mal wêran

Pêy bilîn pêy bilîn

Hemû alem pêy bilên

Hemû dunya pêy bilên