Aram Dîkran

Ey Mileto

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
271
Ey mileto bindesto pir barek giran
Werin bigrin destê hev tev weka biran
Wek kamuriyan bikin xebat û lebat
Ji boy ku xilas bibê ji destê dijmin welat

Lê dinê da carek tev rabin e ser xwe
Bi zanistî biken kar, kar û barên xwe
Wek kamuriyan bikin xebat û lebat
Ji boy ku xilas bibê ji destê dijmin welat

Her kes dere ser hînê êstêr û deran
Emma nebin li bindest, reben û talan
Wek kamuriyan bikin xebat û lebat
Ji boy ku xilas bibê ji destê dijmin welat

Bidin hevdu dest bi dest pişt û dil û can
Dijmina zorê defên derxe ji warê xwe
Wek kamuriyan bikin xebat û lebat
Ji boy ku xilas bibê ji destê dijmin welat