Hozan Brader

Ez Şehîdek Bê Navim

Bi dengê: Hozan Brader
Diyalekt: Kurmancî
201
Ez şehîdek bênav im
Tirba min ne xuyayî
Şevek teqîn û nalîn
Stêrka min rijîyayî

Belkî serê çîyakî
Belkî ser zinarekî
Li ser darekî kizwanê
Min navê xwe kolayî
Mirina bi mêranî
Xweştir e ji bindestayî

Ez şehîdek bênav im
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Cizîrê li qeraxa wê avê
Heeyyy
Carna sûka Licê me ku agir dabû navê
Li bajarê Amedê binê dara çinarê
Sî û sê sipîndar im carna li Gola Wan ê
Heyyyy
Ez şehîdek bênav im
Ez im termê windayî
Ez im Çemê Qesaba
Dil û gurçik firyayî

Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ez im Çîyayê Agirî gel namluyên çiryayî
Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ez im berîya Mêrdînê xezala çav rijayî
Ez im Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî

Ez şehîdek bênav im
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Helebçe
Zarokê li ser desta me
Heyyyyy
Li bajarê Mehabad
Şehîdê Çarçira me
Li bajarê Amûdê
Li nav agirê sînema me
Li welatê xerîbiyê Brader im ez