Silbus u Tari

Lo Lo Pismamo

Bi dengê: Silbus u Tari
Diyalekt: Kurmancî
375
Lo lo pismamo, çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weka xweşmêra, ji hev bela nakî

Lo lo pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Rostem yan Egîd şêr î
Roja lêdanê mêr be li meydanê
Mêr be li meydanê, dotmam bi gorî
Lo lo pismamo, çima deng nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weka xweşmêra, ji hev bela nakî?

Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
Pişta xwe girê de, bi rext û fîşek e
Dotmama te me, pismamê min î
Ji te re kildaye çavê belek e
Lo lo pismamo, çima deng nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weka xweşmêra, ji hev bela nakî?