Xêro Ebas

Axîn

Bi dengê: Xêro Ebas
Diyalekt: Kurmancî
458
Axîna min ka were
Destê xwe bide destê min
Emê bigrin dîlanê
Dîlana Kurda

Dengek tê ji çiyayê jor
Dengê partîzana ye
Qîrînek tê ji asmana
Dengê dîlanê ye
De tu were tu, Axîna dilan

Axîna min ka were
Destê xwe bide destê min
Emê bigrin dîlanê
Dîlana Kurda

Roj û şeva benda te mam
Tu nehatî hey Axîn
Ketim xewek pir giran
Tu xuya nebûyi hey Axîn
De tu were tu, Axîna dilan

Axîna min ka were
Destê xwe bide destê min
Emê bigrin dîlanê
Dîlana Kurda