Aram Dîkran

Keko Were

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
293
De wer were keko were
Li welatê xwe vegere
Xwişk û bira li hêviya te man
Dilê wan tim bikeser e

Dayik ji axîna te mir
Kulê we mane di dil de
Em jî wekî wê dinalin
Ma qey dengê me nayê te
De wer were keko were
Li welatê xwe vegere
Xwişk û bira li hêviya te man
Dilê wan tim bikeser e

Heta kengî tê bimînî
Li welatê bê xan û cî?
Keko ma qey tu nizanî
Carek tu li xwe qe napirsî?
De wer were keko were
Li welatê xwe vegere
Xwişk û bira li hêviya te man
Dilê wan tim bikeser e

Welat qe yê hêlîna te ye
Tu nikarî jê bifirî
Ax û xwezî tim bi wê demê
Roja ku tu li me vegerî
De wer were keko were
Li welatê xwe vegere
Xwişk û bira li hêviya te man
Dilê wan tim bikeser e