Leber nazî çawbazan qurban xwardin û xewim nemawe
Be tîrî tîrendazan çî bikem cergim birawe
Çî bikem cergim sûtawe
Hatim be boney xalit qurban tûşî dawî zulfit bûm
Teyrêkî nabeled bûm nemzanî daney dawe
Kuştimî ew belek çawe
Ba şew birwat seher bê wela baxî gulan weber bê
Ger to meylit leser bê kafir îslamî nawe
Destê be azarî cergim leylê destê be damanî to
Destêkî tir le kwê bê xakî pê bikem be serda
Leser taqî cût ebrot wela meylî zulfit emkêşê
Boç emkujî bequrban pirdî qiyamet nepsawe
Wextê areq erêjin qurban bo kuştinî Wefayî
Çî bikem le diley sewdayî perîyan destyan lê dawe
Dilekem be kes nedawe