Seîd Yusif

Rojek Ji Rojan

Bi dengê: Seîd Yusif
Diyalekt: Kurmancî
240
Rojek ji rojan te soz bi nû re dan
Rojek Newrozê li te bû me mêvan
Ev dilê bi evîn tev de bû birîn
Rojê xweş nedîn wa keça ciwan
Ji ber te eman sed carî eman

Min evîn nedîbû lê bûm evîndar
Xelk tev di razin ez dimînim şiyar
Tu kes nizanî bi êşa vî canî
Awir li min danî mame birîndar
Ji bo te hewar sed carî hewar

Dunya şêrîn bû bi min hawîrdor
Yarek min çêbû weke gula sor
Gul bi stirî ne dest dikî xwîne
Te bi xwe dil nîne te dil bir bi zor
Rojek ji rojan te soz bi nû re dan
Rojek Newrozê li te bû me mêvan
Ev dilê bi evîn tev de bû birîn
Rojê xweş nedîn wa keça ciwan
Ji ber te eman sed carî eman