Seyda Perînçek

Mirina Bi Saxî

Bi dengê: Seyda Perînçek
Diyalekt: Kurmancî
224
Min got ez xortek im, ezê evîndar bibim
Min ji ku zanî bû mirinê, ezê pê jar bibim
Îro bûme evdal bi çola ketime
Keçê min ji ku zanîbû, ezê kor û lal bibim

Mirina bi saxî, navê wê eşq e yar
Dest bide vî canî, tev bûye pêt û ar
Nema fêyde dike ev qêrîn û hawar
Keçê min ji ku zanîbû ezê kor û lal bibim

Bîrek bê binî ye, nikarim derkevim
Dengê min der nayê, bê ziman û dev im
Wek miriyê serê wî kevirê qebrê kevim
Keçê min ji ku zanîbû ezê pê dax bibim