Aram Dîkran

Lo Lo Pismamo

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
409
Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Eskerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra ji hev bela nakî
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
Pişta xwe girêde rext û fişek e
Dotmama te me, Pisamê min î
Ji te re kil daye çavê belek e
Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Eskerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra ji hev bela nakî

Lolo Pismamo haya te ji te be
Çarika minê reş li serê te be
Roja lêdanê mêr be li meydanê
Ledan tim hebî, reva te nebe
Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Egît Şêr î
Roja ledanê, mêr be li meydanê
Mêr be li meydanê dotmam bi gorî