Kemal Qadrî

Azîzim Were

Bi dengê: Kemal Qadrî
Diyalekt: Soranî
236
Azîzim were azîzim were
Were Kurdistan xem le bîr bere
Were giyanekem ger ewîndarî
Bitbeme seyrî tavge û rûbarî
Bibînî gulî Zirêwarekey
Tîşkî hetawî dem êwarekey
Azîzim were azîzim were
Were Kurdistan xem le bîr bere

Azîzim were azîzim were
Were Kurdistan xem le bîr bere
Were bitbeme ser kêwî Şaho
Le lutkey befrîn bibînî aso
Bo binî we boy şewbo û çinûrî
Bibînî semay helaley sûrî

Azîzim were azîzim were
Were Kurdistan xem le bîr bere
Bibîne bergî jin û piyawî Kurd
Cilî rengame û ciwanyî lawî Kurd
Kewa û selte û fês, jêr çinake û serwên
Suxme û mêxekbend, kulwane û piştwên
Rank û çoxe û pûzewane û şal
Pîte û ferencî, kilaş û desmal
Azîzim were azîzim were
Were Kurdistan xem le bîr bere