Aram Dîkran

Ez Bilurvan im

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
281
Sivik çû bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dûr dûr diçû yara min lo
Ez nizanim çi bêjim
Keko ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im lo
Ax nizanim çi bêjim

Keko ez Cigerxwînim
Dil bi kul û birînim
Van ayetan dixwînim lo
Lê nizanim çî bêjim
Keko ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im lo
Ax nizanim çi bêjim

Hemî destan bidin hev
Xebat bikin roj û șev
Ji dil bibin, ne bi dev lo
Ez nizanim çi bêjim
Keko ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im lo
Ax nizanim çi bêjim

çiman hemî nabin yek
Leșker nakin lek bi lek
Kanin ew bircên belek lo
Ax nizanim çi bêjim
Keko ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im lo
Ax nizanim çi bêjim

Hirç ketine nava rez
Gur ji hawir têne pez
Ji xew rabin em bi lez lo
Ez nizanim çi bêjim
Keko ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im lo
Ax nizanim çi bêjim