Merziye Ferîqî

Ey Refîqanim Gwê Ragirin

Bi dengê: Merziye Ferîqî
Diyalekt: Soranî
302
Ey refîqanim gwê ragirin le çîrokî emcarem
Hetîwêkî jêr pasarî em hewarem
Refîqanim eyamêk bû
Em wilatî reşebaye çil be çilî baxekanî xolemêş bûn
Berd be berdî gundekanî xolemêş bûn
Asmanekey goristanî estêrem bûn
Hawar ey hawar
Eme belay rojgarî ber le êsta bûn
Êstayş le say xwênî şehîd Kurdistanim bê Enfale
Belam ey dax ya xwa nejîm
Ewey kirdî êsta hewal xoşî nawê
Ewey xwardî hewal piyawî away dewê
Ger be minîş bawer naken
Tenya taqe êwareyêk biçne male şehîdêkyan
Min hîç nalêm
Xotan bîlên çî debînin
Afretêkî mat û reşpoş
Mindalêkî birsî û bêhoş
Giryanî dayke şehîdêkî be girye û roro serxoş
Temaşay malî xoyişman keyn
Be gulebax dapoşrawe
Mindalîşman poşte û perdax be zewqî ciwan dapoşrawe
Zemane xecalet zemane gelî bira
Hawrê wefa awa debê!?
Hawrê şehîd awa debê!?
Kesî şehîd awa debê!?
Min delêm na na na na na na na