Nasir Rezazî

Em Rojî Salî Tazeye Newroze Hatewe

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
355
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî Kurde bexoşî û behatewe
Çend sal gulî hîway ême pê pest bû takû par
Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî Kurde bexoşî û behatewe
Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe
Xwênî şehîde rengî şefeq şewq edatewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî Kurde bexoşî û behatewe

Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî Kurde bexoşî û behatewe

Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird
Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîleta
Qelxanî gule singî kiçan bê le helmeta
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewane wa le dilî mîleta ejîn