Nasir Rezazî

Newroz

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
345
Cejnî newroze, ahenge, îmro cejne
Şahîye, seyrane, pir be bala bejne
Dê belam be çî dilan xoş keyn
Çon em jiyane be coş keyn
Sedan sale le xebatîn
Keçî hêşta bê wilatîn
Sedan sale le xebatîn
Her têkoşerî wilatîn

Ew kate cejnî ême dê
Kurd xoser bê û alay hebê
Ewsa cejnim hebê û nebê
Hemû rojêkim cejn ebê

Cejna newrozê govende îro cejne
Şahî û seyrane pir bi bal û bejne
Ka emê bi çi dila xweş kin
Û emê çewa jiyan geş kin
Sedan sale bi xebatin
Emê sozdarê welatin

Ta key damaw û bindest bîn
Ba yekgirtû bîn be hest bîn

Wekî însan mafê me hebe
Xema bindestîyê tune be

Di hil kin ala azadî
dema yekêtî û hevkarî
Em bi yêk deng xebat bikin
Ji bo rizgar kirinê yek carî
Cejna newrozê govende îro cejne
Şahî û seyrane pir bi bal û bejne
Cejnî newroze, ahenge, îmro cejne
Şahîye, seyrane, pir be bala bejne
Ka emê bi çi dila xweş kin
Û emê çewa jiyan geş kin
Dê belam be çî dilan xoş keyn
Çon em jiyane be coş keyn
Hil kin ala azadî
Dema yekêtî û hevkarî
Hemû be yek deng xebat keyn
Bo rizgar bûnî yekcarî