Aram Dîkran

Leylane

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
263
Leylanê buhar e çîçekê bihare
Tav derketiye de tu were
Buhar e rengîn e gul jî bengîn e
Leylanê were halê min tu nîn e
Ax de Leylan, Leylan, Leylan emirê min î
Tu şemal î, diteysî, şewqa te da dilê min
Boy wê şewqê wez şewitîm, were Leylan mala min

Leylanê sorgulê sosinê bihar e
Dilê min kerba zarezar e
De tu were Leylanê zûke
Min nehêle vira tenê vê biharê
Bi vê xemê dilşikestî, stûxwar e
Ax de Leylan, Leylan, Leylan emirê min î
Ava zelal dixulxule, wekî dilê te nîn e
Gerdenzerê, gula dinê, biha bê te tu nîn e

Leylanê neçe, nazdarê neçe, ne tu were
neçe, neçe, neçe, were Leylan
De tu were neçe Leylan, were Leylan bextê te me
Dinya ronî bê te mi re heram e
Ax de Leylan, Leylan, Leylan... emirê min î
Gera golê min kon danî, wez heyîbîm ji kerbê te
Gulê bedew pir vebûne, dîsa ketim bextê te