Hey mîro mîrê min hey mîrAx lo mîro çi ferman eFerman e li ser serê me ra kirin dîsa fermana mîraneDe lo lo birano dîsa xeberek hat di şevekî nîvê di şevan eEz ketim nava derya kulan û xeman, ronîkên min da kom bûn ewrê reş û tarî girtî mije bi dûman eDîsa di mêjiyê min ra bihurîn pêl bi pêl diqelibî rûpelê dîrokan eLi hev civyan e komê guran kivşe ye şêv giran eDixwazin qir kirina kurdan e bira fermana mîran eFerman e ax ferman e, fermana mîran e, mîrê min sertacê hemû mîran eEz çi bêjim nikarim bidim tu bestan mîrê min nav giran eSerhildana şop û rêça 75 salan e, derketî ji cî û meskenê pêxemberan eSiwar bû li ser pişta hespê Dewrêşê Ewdî dizgîn girtîye ji mêran eEvîna mîrê min ne Edûle, ne Xec e, ne jî Zîna Botan e, pir bedew eRinda rindan e, warê êş û eleman, hêlîna hemû evînan eŞêx Seîdê kal Seyîd Riza di navdan e, wesiyet û şîreta Qazî Muhemedan eQelem buha û naw giran e, bi hezaran xûna şehîdan e, xemilîye bi rextê Gerîlan eEvîna mîrê min tenê Kurdistan e mîrê minDe lo lo lo birano ez çi bikim dinya ketiye destê hemû rawir û gur û çeqelan eHêvîya min jê nema Ewrûpa ne, ne dîn e ne îman e, namûs û heysiyet firotine bi peran neLi ser xwîna însanan bûn xwedîyê dewletan e, yeko yeko par girtin ji qetla kurdan eHeyfa min nayê bi tu heyfa, heyfa min tê ku bi destê bê bextê di nava me da, kurdistan bû lîstikê dûjminan eJi bavê berê da li me anîne qira şêran û mêran, bûn fazera hincirandina difinên ber pêsîrê dayikan e bira ferman eFerman e ferman e, ferman eFerman e bira fermana mîran e