Sîrus Îmamî

DüYetê Îlamî

Bi dengê: Sîrus Îmamî
Diyalekt: Kelhurî
192
Dwetê Îlamî bawanim dilim ha pîdew
Ta dunya dunyas ey hawar le dil niyeçîdew
Ta dunya dunyas bawanim le dil niyeçîdew
Zirey xirxalid ha we naw gûşim
Şêwey rengînd niyew feramûşim
Dwetê Îlamî bala berzegem
Lêbas kurdî pûş nazenînegem
Dwetê Îlamî bala berzegem
Lêbas kurdî pûş çew xomaregem

Mange berzegey bawanim gulwenî we ser
Çe bû we nazew nazenîn le mal baydew der
Çe bû we nazew bawanim le mal baydew der
Le dûrî balad piştiman şikyas
Balay xwed çiman we daxew çemyas
Dwetê Kirmaşan bala berzegem
Lêbas kurdî pûş nazenînegem

Şewar têrîke bawanim çû bextê kûrim
Şew rimanîye nazenîn qesrê xirurim
Şew rimanîye bawanim qesrê xirurim
Rûşnayî çawid maleylê rimya
Bew binîşe lam dilim erad gîrya
Dwetê Îlamî bala berzegem
Lêbas kurdî pûş nazenînegem

Dwetê Îlamî bawanim dilim ha pîdew
Ta dunya dunyas ey hawar le dil niyeçîdew
Ta dunya dunyas bawanim le dil niyeçîdew
Zirey xirxalid ha we naw gûşim
Şêwey rengînd niyew feramûşim
Dwetê Îlamî bala berzegem
Lêbas kurdî pûş nazenînegem
Dwetê Îlamî bala berzegem
Lêbas kurdî pûş çew xomaregem