Leber azarî jînî nalebarî
Denalê bulbulî şeyda bezarî
Be soz û axewe deykut feqîrim
Per û pom helwerî bê wade pîrim
Melêkî fêrî daristan û lêr bê
Qefes pîrî deka ba şûy le zêr bê
Telar û sersera û koşkîş çi dênê
Ke koyle werhemî têda helênê
Leber azarî jînî nalebarî
Denalê bulbulî şeyda bezarî