Îsmaîl Mesqetî

Peşîmanim Kirdî

Bi dengê: Îsmaîl Mesqetî
Diyalekt: Kelhurî
279
Şûr û şerarê işqid ezîzekem birşanem û sizanem
Daxeylê dil peyapey çû twîley ter çemanem
Wela çû twîley ter çemanem
Feslî behar û şadî perper bî û wedes çî
Çiman ke darê bayem bîm û tigir tekanem

Peşîmanim kirdî to le aşinayî
Bîkes keftim we xemê to ke bîwefayî
Xemê dûrîd siteme yarê mû telayî
Wefa eray to kirdim wefa we to neyîme
Wefa xweşe we yaran era we to neyîme
Xodaya aişqim sebir û qerarim çî
Mangeşewê xweşî şeweylê tarim bî
Bew dî bew dîwane min
Şemî to perwane min
Le firaxê dilberim sakinê meyxane min

Peşîmanim kirdî to le aşinayî
Bîkes keftim we xemê to ke bîwefayî
Xemê dûrîd siteme yarê mû telayî
Wefa eray to kirdim wefa we to neyîme
Wefa xweşe we yaran era we to neyîme
Xodaya aişqim sebir û qerarim çî
Mangeşewê xweşî şeweylê tarim bî
Bew dî bew dîwane min
Şemî to perwane min
Le firaxê dilberim sakinê meyxane min