Dîyar Dêrsim

Şikrayê

Bi dengê: Dîyar Dêrsim
Diyalekt: Kurmancî
241
Sebra min bê te nayê
Şêrînê nû gîhayê
Te ez kuştim te ez helandim
berdame vê dinyayê
Ax û eman Şikrayê

Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min bi rê de maye
Ax û eman Şikrayê

Nazik û navgiran î
Tu bi derdê dil nizanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
Ax û eman Şikrayê

Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min bi rê de maye
Ax û eman Şikrayê

Bûm nexweşek bê derman
Ji bo kitek ramûsan
Nedî wek te bê îman
Pê re ketim belayê
Ax û yeman Şikrayê

Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min bi rê de maye
Ax û eman Şikrayê