Nasir Rezazî

Key Tom Dîwe Key Etnasim 2

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
378
Key tom dîwe? Key etnasim? Key? Key? Key
Dildarî çî? Peymanî çî? Hey? Hey? Hey

Wek sîhirbaz hatûy bendî delese
Exeyte pêm, dîlim ekey, ne bese
Bes tefrem be, bes be efsûn gêlim ke
Bes kwêrm ke, emca duşmin şêlim ke
Key tom dîwe? Key etnasim? Key? Key? Key
Dildarî çî? Peymanî çî? Hey? Hey? Hey

Gwêm pir buwe le efsaney dildarî
Be lenet bê zuhrey ciwanî û eyarî
umrî ciwanîm le hêlaney bêrenca
Çen bê tase, çen asûde egunca
Key tom dîwe? Key etnasim? Key? Key? Key
Dildarî çî? Peymanî çî? Hey? Hey? Hey

Ta nasîmit, ta xot hawîşte ser rêm
Ta dêwcame ti ragirt û nîşant da pêm
Hawar! Tumez lewdêw perdey gul gulîn
Lekara bû! Bîrî bed, destî xwênîn!
Key tom dîwe? Key etnasim? Key? Key? Key
Dildarî çî? Peymanî çî? Hey? Hey? Hey