Kîjan Îbrahîm

Çawekant Bêdeng Edwên

Bi dengê: Kîjan Îbrahîm
Diyalekt: Soranî
606
Çawekanit cûtê çiran
Bo rûnakî rêm helkiran
Le rêy sextî berew jûra
Be şwên hîway berz û dûra
Nîgayan wize û tînime

Çawekanit bêdeng edwên
Nîga eken zor şit elên
Ewey be dem naydirkênî
Ewey lat bote nihênî
Her katê serinciyan edem
Aşkira lêyan tê egem

Çawekanit cûtê çiran
Bo rûnakî rêm helkiran
Le rêy sextî berew jûra
Be şwên hîway berz û dûra
Nîgayan wize û tînime

Çawekanit cûtê xorin
Wan be asmanî dilewe
Siruşt tîşkî lê dizîwin
Wa be rûmetî gulewe
Gulîş boye pêkenîwe
Xendey le lêwit dizîwe

Çawekanit bêdeng edwên
Nîga eken zor şit elên
Ewey be dem naydirkênî
Ewey lat bote nihênî
Her katê serinciyan edem
Aşkira lêyan tê egem