Zerî heyran çavên reş û belek
Wele çavên te ne lê
Mala minê bi qurbana çavên reş û belek îro qaşê bi ser mine
Zozan nemam lêgerîyam
Şuna keyf û henekê min e lê
Eger tu înkaraya heqê bikî li wê dinyaye
Kevir û darên zozana wele şahîdê min û te ne yar
were yar yar yar yar yar yar yar yar
Zerî heyran ezê bimrim li dinyayê xelkê bibên tu sebebî lê lê lê
Zerî heyran ezê bimrim li dinyayê xelkê bibên tu sebebî lê lê
Zerî qurban bejna te rihan e
ji baxçê gulan û rihana
ji miskan û enbira xoştir e yar
lê lê torim qurban bextê tê ji taliha min reştir e
Ezê herim cem şingal a xerab bî me re
wele zilm û hiqaratê li torin a min nekin
Eger li ba dilê te xirabe li ba dilê min
Der cîranan ji heval û hogira ji runiya çavê min pêştir e yar
were yar yar yar yar yar yar
Zerî heyran ezê bimrim li dinyayê xelkê bibê tu sebebî lê lê lê
Zerî qurban ezê bimrim li dinyayê xelkê bibê tu sebebî lê
Zerî qurban ev çi nîşan e di rê te de hatî lê
mala minê bi qurbana bejna zirav çavê reş û belek tilî û bê çi şimşadî lê
wele tu rebenê xwedê xolqîyeta te ba dil min şêrîn çêkirîye
nizanim tu gulî tu rihanî heyran nizanim tu nebatî lê
rabe emê çend salekan bigerên zozana bi fîrar ê
bila farmana me derxine
me hev re sirgûn sirgûn bikin emê ji xwe re herin ji vî welatî lê
were yar yar yar yar yar yar
Zerî heyran ezê bimirim li dinyayê xelkê bibê tu sebebî lê lê lê
keçkê digo lo lo lawko navê min Eyşan e
çavê min reşe kuro sîngê min zozane
Ezê derdê bê derman janan xira bibim ser canê gelek xortan û lawikan e loy
were loy loy loy loy loy loy
here malxirab tu belayî loy loy loy loy
de here malxirab ez bi mêrim loy loy
keçkê digot lo lawiko li me hat germa germa germa havînê loy
Eger tu nayêy cem min hinkî ji min wê der rûne loy
Bila hakimê edalatê were hê sûç û xetayê min çî ye
wele bila min bişîne vê sirgûnê
loy loy loy loy loy loy
de here malxirab tu bela yî loy loy loy loy
de here malxirab ez bimirim loy loy loy