Mihemed Mamlê

Dulberî Çawmest (Min Leîşqî To Kizim)

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
402
Giyane xurey awî şew dengî bilwêrê
Nazî yarî bewefa katî şewbêrê
Min le îşqî to kizim, çawreşey karmamizim
Ax bulbulî sermest, bêne kulmet helmijim
Min le hîcrî to dijim, ax dulberey çawmest
Xirmey pûleke û ax mêxek û gwaran
Şewgerî şewdawet û yan hewhewî swaran
Min le îşqî to kizim, çawreşey karmamizim
Ax bulbulî sermest, bêne kulmet helmijim
Min le hîcrî to dijim, ax dulberey çawmest
giyane bezmî bulbul û ax bazî kwêstanê
Qaspeqaspî xasekew, yan dengî heyranê
Min le îşqî to kizim, çawreşey karmamizim
Ax bulbulî sermest, bêne kulmet helmijim
Min le hîcrî to dijim, ax dulberey çawmest
Ci xoşe yarî bewefa ax bête serînit
Ta demrî sakin debê ax cergî xwênînit
Min le îşqî to kizim, çawreşey karmamizim
Ax bulbulî sermest, bêne kulmet helmijim
Min le hîcrî to dijim, ax dulberey çawmest
Meqam:
Nameket pirsoze diyare hestî dildarî dekem
Şerte ta mirdin le dilma îşqî to xamoş nekem
’îşqeket mayey jiyanim qet le dil dernakrê
Ca be carêk memkuje ey gull xuda helnagirê
Şermî taranduwe le min naz û îşwey dilberim
Zor nefam bûm nemdezanî min be razit pey berim
Giyane cergim heldirin ax pir le zûxawe
Yarî şoxim ax boçî torawe?
Min le îşqî to kizim, çawreşey karmamizim
Ax bulbulî sermest, bêne kulmet helmijim
Min le hîcrî to dijim, ax dulberey çawmest
Giyane mestî îşqî tom şêt û şeydatim
Boçî torawî lêm, ax taqe awatim