Seyda Perînçek

Ez Yek im Ne Çar im

Bi dengê: Seyda Perînçek
Diyalekt: Kurmancî
203
Ez bûm dayika şaristanîya(n)
Îro mam tenê li binê pîya(n)
Kurdno min xilas kin ji zordestîyan
Ez namûsa te me, xwedîyê min tu yî
Neyar ez kirim parî parî
Dil li alî(ye)kî, ser li alî(ye)kî
Rih li alî(ye)kî, can li alî(ye)kî
Ez yek im, ne çar im
Pîroz im, Kurdistan im
Ez yek im, ne çar im, Kurdistan im

Çar alîyê min hemû xizne ye
Çavê neyara hemîya tê de ye
Kurdno min guhdar kin
Banga mi(n) li te ye
Çima ez bindest im, gazinêm heye
Neyar ez kirim parî parî
Dil li alî(ye)kî, ser li alî(ye)kî
Rih li alî(ye)kî, can li alî(ye)kî
Ez yek im, ne çar im
Pîroz im, Kurdistan im
Ez yek im, ne çar im, Kurdistan im