Behar bû feslî zistanim eger yarim legel bayeDiroye ger gutûyane be xunçêkî behar nayeLe baranê mepirse ta hewir bigrê berî rojêDebê bigrîm heta rûy to le jêr çarşêwî reşdayeHenasem ladeda çarşêw û rûbendî reşit axirHewir herçende pir bê kwa herîfî qudretî baye?Behar bû feslî zistanim eger yarim legel bayeDiroye ger gutûyane be xunçêkî behar nayeLe jêr sayey biroketda hukmranî deka çawitLe sayey dûxî şimşêre ke hakim hukmî îcrayeLeser befrê bekar naye weku bîstûme dawî reşLeser kulmet edî bo dilgire ew biske tataye?Behar bû feslî zistanim eger yarim legel bayeDiroye ger gutûyane be xunçêkî behar nayeBizet nayete ser lêw û bezeyît naye be halimdaEgerçî zor le mêjsale le dût dexşêm wekû sayeDezanî boçî min hênde perêşan û xefetbarimLe bazarî jiyan xeyrî huner nîme çi sermayeBehar bû feslî zistanim eger yarim legel bayeDiroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye