Eyşe Şan

Hey Wax Dayê

Bi dengê: Eyşe Şan
Diyalekt: Kurmancî
349
Daykê qurban ava çemê Diyarbekirê dîsa îro tê ye lem e lem e
Dayê qurban pêl bi pêlê dixe davê ser kelem e
Hecî Xanim dîsa îro dilê min şewitî dayka min ket bîra min e
De hêsirê çavê min xerîba Xwedê fena barana biharê tê ji xwe ra nasekine
Di heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesê min nema li vê dinyayê dayê
Derd giran im dayê

Heywax dayê mala minê
Dayka min dinale haya min tu nîne
Der û cînara diben? Elîf Xatûne lê bang kina keçên te, Zehra û Salîheyê
Hecî Xanim dibêje:
Ez naxwazim, kesêk birayê ser min de?.
Hunê ji bo Xwedê têlefonê vekin
Li têlê xin
Bila Eyşana min a dilşewitî were
Ezîzê ber dilê min e
De bira were min bibe ser dixtor û hekîman
Wele ji qeyra Eyşana min kesê min tu nîne.
Heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesê min nema li ? vê dinyayê dayê
Ez bimrim dayê.

Di heywax dayê, mala min şewitî, mala minê dayê
Kûla Xwedê bikeve mala bavê Osê Salih e
Dizanibûn ez li ku me
Xeberek ji bo xêra Xwedê nedane min e
Wele heyfa şîr û emegê te dane ewladê bêxêr
Li goşê xestexanê bêkes û bêxwedî
Zehra û Elî ne, hatine ber serê te ne dayê
De? heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, ez bimrim dayê
Wele kesê min nema li? vê dinyayê dayê
Bêkes im dayê