Xecê Herdem

BÊZAR IM

Bi dengê: Xecê Herdem
Diyalekt: Kurmancî
266
Bêzar im ez bêzar im
Li vê jînê bêzar im
Serxoş û pir sekran im
Ji dûrya te ez birîndar im

Xwuda ev qedera min e
Yara min ne li def min e
Meşrûb dermanê min e
Çûna wê ne bi destê min e

Bêzar im ez bêzar im
Li vê jînê bêzar im
Serxoş û pir sekran im
Ji dûrya te ez birîndar im

Her şev digel hevalekê
Ezê biçime meyxanekê
Ez dê vexwum pêykekê
Da bizîvirê bes carekê
Da serxwoş bim bi gavekê

Bêzar im ez bêzar im
Li vê jînê bêzar im
Serxoş û pir sekran im
Ji dûrya te ez birîndar im