Miryem Îbrahîm Pûr

Maçî Xudayî (Were Yarim)

Bi dengê: Miryem Îbrahîm Pûr
Diyalekt: Soranî
274
Were yarim were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim

Were ey şaperî balî xeyalim
Were ey şewçiray rûnakî malim
Were yarim were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim

Were xasekewî ram û kewîyî min
Were îlhamekey nîwe şewî min
Were oxjinî sîney pir girî min
Were pîrozekey berzefirî min
Were awingî ser pelkî gulî sûr
Were awrîngî germ û meşxelî nûr
Were rêjne baranî beharî
Were şê’rî terî pir wirdekarî
Were yarim were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim

Were ey newnemamî baxî jînim
Were ey şagulî mêrgî ewînim
Were karwankujey katî beyanîm
Were bîrewerî û awatî ciwanîm
Were ey Xec were ey Xatûzînim
Were ba bejn û balaket bibînim
Were yarim were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim