Homer Dizeyî

Maçî Xudayî (Were Yarim)

Bi dengê: Homer Dizeyî
Diyalekt: Soranî
347
Were yarim were ey taze yarim
Were estêrekey şewgarî tarim
Were ey şaperî balî xeyalim
Were ey şewçiray rûnakî malim
Were xasekewî ram û kewîyî min
Were îlhamekey nîwe şewî min
Were newnemamî baxî jînim
Were ey şagulî mêrgî ewînim
Were ba des le balaket werênim
Were kulmem le kulmey to xşênim
Were ey but hetakû bitperistim
Were memkoleket bigrim le mistim

Were karwankujey katî beyanîm
Were bîrewerî û awatî ciwanîm
Were ba damirê awat û tasem
Were ba biskeket lada henasem
Were ba helmijim em lêwe germe
Were ba helguşim em rane nerme
Were ciwanê were nazit bikêşim
Were wek destegul datnêm le pêşim
Were giyanim fîday çawî reşî to
Were ba hest bikem germî leşî to
Were maçim deye maçî xudayî
Ke bêzarim le maçî sînemayî